HSD dixwaze hemû alî li gor biryara agirbestê tevbigerin

HSD dixwaze hemû alî li gor biryara agirbestê tevbigerin

WAAR_Duhok:

HSDê daxwaz ji hemû aliyên agirbestê kir, ku li gor biryara agirbestê tevbigerin

Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniykê de ragihand, li ser biryara agirbestê li bakur û rojhilatê Sûriyê, hêzên wan li hemû bereyên şer ji demjimêr 22:00 ji roja 17ê Cotmehê pabendî rêkeftinê bûne û ketin rewşa berevaniya rewa û bersivdanê de û hêzên wan ti êrîşek nekirin.

Kîno tekez kir, tevî wê yekê, lê êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên mîlîşyayên bi firoke û topan nehat rawestandin, ku êrîşî Serê Kaniyê kirin û di encamê de 13 şervan û 5 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Peyvdarê HSDê daxwaz ji hemû aliyên agirbestê kir, ku li gor biryara agirbestê tevbigerin û tekez kir, ji mafê wan ê rewa ye, bersiva her êrîşekê idin.

Babetên bi vê mijarêve girêday