HSD: 21 serbazên Tirk û 24 çekdarên opozisyonê hatîn kuştin

HSD: 21 serbazên Tirk û 24 çekdarên opozisyonê hatîn kuştin

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûrîya Demokrat kuştina 21 serbazên tirk û 24 çekdarên opozisyona Sûrîyê di 24 satên borî de li ‘Efrînê ragihand.
HSDê di beyanekê de amara şerê  24 satên borî li ‘Efrînê belav kir û ragihand; Şer û pevçûn û topbaranên supayê Tirkiyê li bereyên Raco, Cindrêsê, Şîyê, Şerayê û Mabatayê berdewamin, amara şerê hinek bereyan jî nehatîye dupat kirin.
HSDê ragihand; 21 çekdarên girûpê Ehrar Elşerq û 11 serbazên supayê tTirkiyê li bereyê Raco hatîne kuştin, tirombêleka zrîpoş jî hat teqandin û 4 serbaz têda hatin kuştin.
Li gorî beyana HSDê, li bereyê Cindrêsê jî şer û pevçûnên dijwar rûdan û 11 çekdarên opozisyonê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Hesedê amajekir firokeyên şerker û topxaneya supayê Tirkiyê gundewarên Raco, Cindrêsê, Şîyê û Mabata berdewam û bi awayekê heremekî bombebaran diken.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.