Hindistanê 125 hezar serbaz şandin herêma Cammu Keşmîrê

Hindistanê 125 hezar serbaz şandin herêma Cammu Keşmîrê

WAAR_Duhok:

Li gor agahîyan Hikûmeta Hindistanê 125 hezar serbazên din jî şandin herêma Cammu Keşmîrê .

Li gor agahîyan Hikûmeta Hindistanê 125 hezar serbazên din jî şandin herêma Cammu Keşmîrê û niha li Cammu Keşmîrê qederê 500 hezar esker hene û li Sîranagara paytextê herêma Cammu Keşmîrê li 200 xwandingehan dest bi perwerdeyê kir û ji ber tirsa şerî ku dibe agahiyê ji zarokên xwe hilnedin Lê li gor agahiyan xwendekar neçûn xwandingehan û pol vala man

Wezareta Karên Derva ya Bangladaşê daxuyand ku babetê Cammu Keşmîrê pirsgirêka navxweyî ya Hindistanê ye.

Hindistanê 5ê Tebaxê benda 370emîn ya Destûra Bingehîn betal kiribû û statuya taybet ya Cammu Keşmîrê ji holê rakiribû. Pakistanê biryara Hindistanê şermezar kiribû, têkiliyên xwe yên diplomatîk yên bi Hindistanê ra kêm kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday