Hikûmeta Venezuelayê dê beşdarî hevdîtinên li Barbadosê nebe

Hikûmeta Venezuelayê dê beşdarî hevdîtinên li Barbadosê nebe

WAAR_Duhok:

Hikûmeta li Venezuelayê eşkere kir ku dê beşdarî hevdîtinên ku dê li Barbadosê bi mixalefetê ra bên kirin nebe.

Alîkarê Serokdewletê Venezuelayê û sermizakerevanê hikûmetê Jorge Rodrîguez ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî daxuyanî da û ragihand ji ber ku Juan Guaîdoyê Serokê Parlementoya Neteweyî yê mixalif ê ku xwe wek serokdewletê berwext îlan kir piştgiriyê dide mueyîdeyên Amerîkayê dê hikûmet beşdarî hevdîtinên ku di 8-9ê tebaxê da li Barbarosê bên lidarxistin nebe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku “Serokdewlet Nîcolas Maduro ji ber êrîşên tund, xiniz, cidî yên ku birêvebiriya Trump daimî dijî Venezuelayê tetbîq dike û blokekirina fealiyetên me yên aborî, bazirganî û finansî dihewîne biryar da ku heyeta hikûmetê neşîne Barbadosê.”

Di daxuyaniyê da behs kirin ku Guaîdo piştgiriyê dide mueyîdeyên Amerîkayê û wiha hat gotin:

“Em wek Venezuelayî gelekî hêrs bûn ku serokê heyeta mixalefetê Juan Guaîdo ev çalakiyên zirardar ên dijî welatê me tên kirin pîroz dike, wan teşwîq dike û piştgiriyeê dide wan. Lewra me biryar da ku em beşdarî hevdîtinên tê plankirin ku di 8-9ê tebaxê da bên kirin nebin.”

– Rawestandina mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê

Di biryarnameya ku duh bi îmzeya Serokê Amerîkayê Trump hat weşandin da hemû mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê hatibûn rawestandin.

Di biryarnameya bi navê “Rawestandina Mal û Milkên Dewleta Venezuelayê” hat weşandin da wiha hatibû gotin: “Hemû mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê û berjevendiyên bi wan ra eleqedar in hatin blokekirin, bikarin wan transfer bikin, îxrac bikin, paşda bikişînin û pê bazirganiyê bikin.”

Piştî rawestandina hemû mal û milkên Venezuelayê yên li Amerîkayê Guaîdo daxuyaniyek dabû û mueyîdeyên dijî hikûmeta Maduro hatin kirin parastibûn û îdia kiribû ku armanca van mueyîdeyan “parastina Venezuelayiyan e”.

Li Venezuelaya ku demek dirêj e lê qeyrana siyasî heye û teşebûsên derbeyê diqewimin hikûmet û mixalefet meha borî bi navbeynkariya Norwecê li Barbadosê dest bi hevdîtinan kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday