Hikumeta Îraqê: Herêm û Bexda li dor petrolê rêketin pêk anîye

Hikumeta Îraqê: Herêm û Bexda li dor petrolê rêketin pêk anîye

WAAR_Duhok:

Peyivdarê hikumeta Îraqê ragihand; Herêm û Bexda li ser hinartina petrolê rêketîne û tenê niha danûstan li dor qerên kompanîyên petrolê mayne.
Se’di Hedîsî peyivdarê hikumeta Îraqê di daxuyanyekê de got: Berîya kongirê nêvdewletî yê Davos, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêmê li Bexda li gel Heyder ‘Ebadî serokwezîrê Îraqê kombibû û bi rengekê mebdeî li ser hinartina petrolê bi rêya kompanîya henardekara Îraqî somo rêketin.
Got jî: Niha tenê qerên kompanîyên bîyanî mayne ku danûstan li ser tên kirin, ji berku berîya niha komeka qerên wan kompanîya li ser Herêmê mabûn.
Ev di demekî daye ku piştî seredana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexda, Kerîm Şingalî wezîrê navxweyê Herêmê ragihandibû, Hewlêr û Bexdayê çar rêketin îmzakirîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.