Hikumeta herêmê matemînî ragehand

Hikumeta herêmê matemînî ragehand

WAAR_Duhok:

Civata wezîrên Herêmê di peyamekê de bo qurbanîyên duhî yên Mûsilê, matemîna seranserî ragehand û hemû aheng û çalakîyên fermî yên cejna Newrozê ragirtin.
Civata wezîrên Herêma Kurdistanê, ji ber bûyera duhî ya Mûsilê û xendiqîna zêdetrî 100 kesan di rûbarê Dîcle de, peyameka serexweşî û hevxemîyê belav kir û ragehand: wê bûyerê ew pirr xemgîn kirin û ew beheşta berîn bo qurbanîyan û sebir û hedarê bo malbat û kesukarên wan û saxbûna bilez bo birîndaran dixwazin.
Civata wezîrên herêmê di alîyekê dî da diyar kir; wan her ji destipêkê hemû sazî û alîyên peywendîdar yên tendrustî û hewarhatinê raspardîne ku di hana birîndar û lêqewmayan biçin û ji duh ew çavdêrîya rewşê diken û wê yekê bi erkê xwe yê niştîmanî û biratîya hevpişk dizanin.
Civata wezîrên Herêmê herwesa diyar kir: Hikumeta Herêmê pişkdar û hevpişka matemîna giştî ya Îraqê ye û ji bo wê yekê jî hemû çalakî û ahengên fermî yên cejna Newrozê hatîne ragirtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday