Hikûmeta herêmê: Heta niha 111 hezar welatîyên Mûsilê awareyî herêmê bûne

Hikûmeta herêmê: Heta niha 111 hezar welatîyên Mûsilê awareyî herêmê bûne

 

Waar–Duhok:

Hikûmeta herêma Kurdistanê, nûtirîn amara awareyên bajarê Mûsilê ragîhand û dîyar kir, heta niha 111 hezar welatîyên Mûsilê, awareyî herêma Kurdistanê bûne.

Malpera fermî ya hikûmeta herêmê, ji zarê Hoşeng Mihemed rêveberê navenda hevpişka hemahengîya qeyranan belav kirîye ku her ji 17ê meha 10 ya sala borî, ku yekem roja operasyona rizgarkirina Mûsilê bû, heta niha du sed û çarde hezar kes aware bûne û ji wan jî, sed û yazde hezar, awareyî herdu parêzgehên Duhok û Hewlêrê li herêma Kurdistanê bûne.

Da zanîn jî ku piştî rizgarkirina deverên wan, heta niha kêmtir ji sîh hezar awareyan vegeryane ser malên xwe û bi taybet di du heftîyên borî da, rêjeya vegeryana awareyan bo deverên wan, gelek kêmbûne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.