Hikumeta Herêmê hawirdekirina otomobîlên bixesar qedexe kir

Hikumeta Herêmê hawirdekirina otomobîlên bixesar qedexe kir

WAAR_Duhok:

Herêma Kurdistanê hawirdekirina otomobîlên ku li derveyî welat qeza dikin û xesara wan çêdibe qedexe kir.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku 1ê Tîrmeha îsal pê ve nabe êdî otomobîlên ku li derveyî welat qeza kirine bêne hawirdekirin.

Kerîm Şingalî da zanîn ku ew biryar ji bo selametî û parastina welatiyan hatiye standin û ew hemû bazirganên otomobîlan û welatiyan agahdar dikin ku êdî ji derveyê welat wesayîtên qeza dikin û xesara wan çêdibe bînin.

Li Herêma Kurdistanê û  Iraqê her sal bi sed hezaran wesayîtên ku qeza kirine û xesara wan çêbûne di serî de ji welatê Îmaratê û ji welatên cînar tên hawirdekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday