Hikumeta Herêmê biryara damezrandina mamostayên girêbest derxist

Hikumeta Herêmê biryara damezrandina mamostayên girêbest derxist

WAAR_Duhok:

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro kombû û biryara damezrandina mamostayên girêbest derxist.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro spêdê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî serokê civatê kombû û bas li kombûna duh ya hersê serokatîyên Herêmê, herweha kombûna serokatîyan li gel alîyên sîyasî bi berhevbûna serokkomarê Îraqê kir, ku hemû hevrane li hember pirsên çarenivîsaz yekdeng bin û bi hev re jî li dijî kêmkirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê ne.
Her di kombûnê da civata Wezîran gotûbêja damezrandina mamostayên girêbest kir û biryara damezrandinê derxist, bi berçav wergirtina wan mamostayên çendîn sale xizmeta perwerdê dikin.
Herweha civata Wezîran bas li mûçe û dermaleyên malbatên şehîd û enfalkirî û zîndanîyên sîyasî kir û wezîrê şehîdan jî raportek pêşkîş kir û civata Wezîran dupatî li xizmetkirina malbatên şehîd û enfalkirîyan kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday