Hêzên Îraqê çaverêyî seat sifirêne bo destpêkirina êrîşa Mûsilê

Hêzên Îraqê çaverêyî seat sifirêne bo destpêkirina êrîşa Mûsilê

 

Waar –Duhok:

Endamekî civata parêzgeha Mûsilê radigihîne, hêzên piştevanîya nîştîmanî çaverêyî seat sifirê dikin bo azadkirina Mûsilê.

Xezwan Hamid, dîyar kir meşqdana hêzên rizgarkirina Mûsil bi serbazgehên Başîk û Duberdan û Dîbege û Zumar bilez birêvediçe û rojane bi dehan kes ji xelkê Mûsil peywendîyê bi van serbazgehan dikin û got: ew hêz ji hemû pêkhateyên parêzgeha Neynewa pêk tê û çaverêyî saat sifirê dikin bo rizgarkirina Mûsilê.

Hamid dide zanîn her derçûnek ji 600 sebazan pêk tê ku ji alîyê efserên supayê berê yê Îraqê û şîretkarên navdewletî ve tê meşqdan, herwesa wezareta pêşmerge hêzên pêkhateyên olî yên wê parêzgehê li deşta Neynewa meşq didin.

Endamê civata parêzgeha Neynewa aşkere dike ku civata parêzgehê bi şêweyekî fermî ji balyozê Amerîka li Bexda xwestîye hêzên peyade yên Amerîka pişikdarî di rizgarkirina Mûsil da bikin ku çaverê ye li Bahara îsal yan li destpêka havînê dest pê bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday