Hêza Dije Teror a Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser dike

Hêza Dije Teror a Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser dike

WAAR_Duhok:

Hêza Dije Teror a ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve ragihand ku di encama operasyoneke hevbeş li gel hêzên hevpeyman grûpeke endamên DAIŞê hatiye desteserkirin.

Rêveberiya Giştî ya Dije Teror ku ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve ye li ser hesabê xwe yê fermî (facebook) ragihand ku hêza dije teror, li gel hêzên hevpeymana navdewletî li dijî encamên DAIŞê operasyonek li dar xist.

Hat ragihandin ku di encama wê operasyona hevbeş de 6.10.2018an torreke mezin a sereke ya karûbarên darayî ya rêxistina DAIŞê hatiye desteserkirin.

Hat gotin ku wê torrê li Iraq û Sûriyê kar dikir û di encama operasyona serkeftî de ew torr hatiye jinavbirin. Di derbarê operasyona navborî de vîdoyek jî hat belavkirin.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Dije Teror ragihand ku grûpên terorîst nikarin aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê têk bibin û hat diyarkirin ku çavdêrî li ser her hûrgirliyekê û ew ên hevkariya wan kirî tê kirin û di çarçova yasayî d miamele ligel wan tê kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.