Heyder Ebadî: Cihê Xelîfê Daişê dizanin

Heyder Ebadî: Cihê Xelîfê Daişê dizanin

 

Waar–Duhok:

Serokwezîrên Îraqê ragîhand; çar hêzên serekî dê pişikdarî operasyona rizgarkirina alîyê rastê yê Mûsilê bikin û dîyar kir, ew cihê Ebu Bekir Bexdadî dizanin.

Heyder Ebadî di hevdîtineka Frans24 da got: rêxistina terorîstîya Daişê zîyanên mezin li Îraqê xwarîye û nêzîke bi temamî bê jinavbirin, dîyar jî kir, demjimêr sifra operasyona rojavayê Mûsilê gelek nêzîk bûye û her yek ji hêzên dijî terorê, polîsên fîederal û navxwe û herwesa supayê Îraqê dê pişikdarîyê têda bikin.

Bi gotina Heyder Ebadî, xelîfê Daişê piranîya hevkarên xwe ji destdane û ew cihê wî dizanin.

Hêzên Îraq niha amadekarîyên operasyona rizgarkirina alîyê rastê yê bajarê Mûsilê dikin û dema heftîyekê ye, topxaneya supayê Îraqê cihên Daişê li wî alîyê bajar bombebaran dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.