Hewlêr: Polîtburoyên PDKê û YNKê dicivin

Hewlêr: Polîtburoyên PDKê û YNKê dicivin

WAAR_Duhok:

Herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêja derbarê çawaniya beşdariya Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de li Hewlêrê dicivin.biryar e îro her du polîtburoyên PDK û YNKê bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartinên dahatî ya Kurdistanê bicivin.

Seidî Ehmed Pîre peyvdarê YNKê ragihand: Biryar e îro her du polîtburoyên PDK û YNKê bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartinên dahatî ya Kurdistanê bicivin.

Derbarê naveroka civînê de Seidî Ehmed Pîre got: “Ev civîn berdewama civînên berê ye derbarê mijarên heyî de û gotûbêjkirina çend mijarên navxweyî yên Kurdistanê, em ê li ser hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bisekinin û behsa çawaniya beşdariya Kurdan di hikûmetê de bikin.”

Di civînên berê de ew du partiyan lijneyeke hevbeş pêk anîn ji bo amadekirina pakêtek bi mebesta dariştina siyaseta hevbeş a navbera PDK û YNKê û ji bo gotûbêjkirina li gel aliyên Iraqê derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de û beşdariya Kurdan di wê hikûmetê de.

Got jî: “Her di wê civînê de, behsa wan hewlên paşxistina hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê tên kirin. PDK di wê civînê de daxwaza ronîkirinên zêde ji YNKê dike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday