Hewldanên 5 partiyên Kurdî ji bo pêkanîna tifaqekê li gel HDPê bê encam man

WAAR_Amed:
Li Amedê partiyên beşdar di tifaqa Kurdistanî de buyin konfranseke çapemeniyê lidar xistin û têde encamên hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna tifaqekê li gel HDPê, aşkere kirin. Di daxuyanîye de hat eşkerekirin ku hewldanên wan yê li gel HDPê bê encam mane.
Daxuyanî li ser navê Tifaqê Serokê giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik xwend

Hejayê gotinê ye ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan (Hareketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK) ji bo di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de, li gel prensîbên xwe yên sîyasî bikaribe tifaqeke berfireh pêk bîne, di 2ê Gulana 2018 an de ji raya giştî re hatibû ragehandin.
Partiyên beşdar di tifaqa Kurdistanî de di 4ê Gulanê de serdana HDPê kiribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.