Hevserokê HDPê ji bo Tirkiyê: Li Efrînê hûn dagîrkarin

Hevserokê HDPê ji bo Tirkiyê: Li Efrînê hûn dagîrkarin

WAAR_Duhok:

Hevserokê HDPê leşkirkêşîya supayê Tirkiyê li ser ‘Efrînê rexne kir û got: Supayê Tirkiyê li ‘Efrînê dagîrkare.
Sezay Temellî, hevserokê Partîya Demokratîka Gelan di kombûna heftîyane da ya fraksiyona HDPê li perlemanê Tirkiyê di gotarekê da, salvegerên komkujîyên Gazî û Qamîşlo û Helebce li bîranîn û got: Meha Adarê meha komkujîyane.
Herwesa amaje kir supayê Tirkiyê li ‘Efrînê dagîrkare û ji sala 2011, ‘Efrîn take cih bû , şer têda rûneday, lê bo dema 53ê rojan tê bombebarankirin, û ew yek jî bizaveka dagîrkaraneye.
Hevserokê HDPê rexneyên dijwar li medyayên Tuikiyê jî girtin û da zanîn: Pêdivîye rêz li mafê ‘Efrînîyan bê girtin û mirovên ‘Efrînê nimûneya bihev re jîyanê ne û wesa nîşandaye ku dikarin bi aştî û bihev re jîyanê derbaz biken.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.