Hevserokê HDPê bergirîya xwe kir

Hevserokê HDPê bergirîya xwe kir

WAAR_Amed:

Piştî biryara Dadgeha Cezaya Giran a 38emîn a Bakirkoya Stenbolê ku xwestibû Demirtaş li dadgehê amade be, rêvebiriya girtîgehê jî Demirtaş ji bo bergirîya wî rekir dadgehê. Demirtaş piştî 434 rojan cara yekemîn e derket peşberî dadwer  û dozager.

Jibo cih teng bû doza Demîrtaş şuna dageha 38an li dadgeha giran a 16emîn hat dîtin.
Bi dehan parezer, parlementer û  hevjina Demîrtaş Başak Demîrtaş jî tevlî runiştine bû.

Demîrtaş di bergirîya xwe de anî ziman ku ji ve doze ez ne girtîme belê ez bergirîya xwe girtî didim.
Demîrtaş wiha berdewam kir:”Evê 14 mehê caara yekemîn ez derdikevim peşberî dadgehe. 3 ji alîye dadgeha we ve 97 dozen derheke min de hatin dîtin. Piranîya van ez tevil nebum ye din jî bi reya vîdyokonferanse min bergirî kir. Niha ez ji vere dibejim jibo 2 sedeman hun nikarin skalaya bi derheqe min de bi ruyemin de bixwîn, yek ez parlementerim parezbendîya min heye a din jî maddeya zagona bingehî a 83/1 ev jî zagonsazî ye û li gor ve hun nikarin bi darizînin. Li gor zagona bingehî jî hun nikarin bi bi darizînin heger dijî parlementoye ve parezbendîyamin rakir be ez nizanim tiştek viha jî be yasayîye. Darizandina parlementerekî parezbendîya wî heyî ne ji vedere destpe dike ji parlementoye dest pe dike. Li gor ve jî ve mafe me ye darizandine binpe kirîye. Min dive ez jive pirbikim parezbendîya min heye an na. Ez niha heqarete jî li ve bikim hun dikarin fezlekeye ke amade bikin û rekin parlementoye, piştî parlementerîya min davî be hun dikarin min darizînin.

Jibo min û hevalemin bilez, tişten puç û be rumet hinek guhartin hatin kirin. Serokê komîsyona zagona bingehî Mustafa Şentop bi deve xxwe got, em dizanin ev guhartin dijî zagona bingehîye, seroke giştîye partîya me xwest me jî pek anî.”

Demirtaş got ez li hilbijartinen serokkomarîye Tirkîye de ji 3 kandîda yekbum. çawe ku serokkeê MÎTê, Serokerkan li dadgeha bilind te darizadin min dive ez jî li vedere bem darizandin. Min dive hun biryara xwe ya yekemin navbire bidin û piştî ve ezê bergirîya xwe berdewam bikim.”

Dadgehe li ser ve naavber da doze û piştî navbire, dadgehe jibo nîrxandine doza taluk kir 17e gulana sala 2018an kir.

Demê demîrtaş dihat darizandin gelek endam û alîgiren HDPê î li ber derîye dadgehe girtin û darizandina Demîrtaş protes kirin. Li devera

dadgehe gelek hezen ewlehîye hatin amadekirin.

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.