Hevpeymanî berdewamiyê dide xebata xwe ya sîyasî

Hevpeymanî berdewamiyê dide xebata xwe ya sîyasî

WAAR_Duhok:

Di kongreyeke neasayî de Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê li bajarê Hewlêrê, biryar da ku weke partiyekê li ser xebata xwe berdewam be. Herwiha di kongreyê de ku weke Civîna Giştî ya Hevpeymaniyê hatiye binavkirin, biryar li ser guhertina navê partiyê û herwiha diyarkirina serokê partiyê tê dayîn.

Civîna Giştî anku kongreya awarte ya Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê bi beşdariya 350 endaman li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Di destpêka kongreyê de, Mihemed Reûf yek ji damezrênerên Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ew dê bi dengdana nihênî biryara man û berdewamiya partiyê û herwiha diyarkirina serokê nû yê partiyê yekalî bikin.

Mihemed Reûf diyar kir: “Arambûn û bêhnfirehiya hevdîdên me cihê şanaziyê ye, bo pêşerojê jî pêşiya çavê Hevpeymaniyê ronî û zelal e û em dizanin ku em çi dikin.”

Reûf herwiha got, di kongreya neasayî ya îro de ew du biryarên giring didin; yek ji wan biryara man û berdewamiya Hevpeymaniyê tevî hinek destkarî û guhertinan, herwiha tijîkirina valahiya serokatiyê ku ew jî dê bi dengdana nihênî be.

Lê belê piştî gotara Mihemed Reûf, ji bo berdewamî yan jî hilweşandina Hevpeymaniyê dengdana aşkere hat encamdan û piraniya endamên beşdar di civîna giştî de deng dane berdewamiya xebata vê partiyê.

Di civîna giştî de bi dengdanê Encûmena Siyasî, Encûmena Cîbicîkirinê û Encûmena Nûneran hatin danîn.

Biryar e di civîna îro de nav, logo û rêziknameya navxweyî ya vê partiyê jî bêne guhertin.

Hevpeymaniya Bo Demorkastî û Dadperweriyê weke partiyeke siyasî bi serokatiya Berhem Ehmed Salih di Kanûna 2017ê de hate damezrandin û beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de kir, ku di 12ê Gulana îsal de hatin lidarxistin. Di wan hilbijartinan de, Hevpeymaniyê 2 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxistibûn.

Roja 19-08-2018an de jî Berhem Salih piştî ku vegeriya nav YNKê, bi fermî dest ji posta serokatiya Hevpeymaniyê berda, ku paşê weke berbijêrê YNKê bo serokomariya Iraqê hat diyarkirin û roja 2ê Tîrmeha 2018an de weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.