Hevpeymanan 17 Daiş li derdorên Mûsilê kuştin

Hevpeymanan 17 Daiş li derdorên Mûsilê kuştin

 

Waar –Duhok:

Di operasyonên 24 demjimêrên bihûrî da, hêzên asmanî yên ser bi hevpeymanîya navdewletî ve, 17 çekdarên ser bi rêxistina terorîsta Daişê ve li Mûsilê kuştin.

Li gorî ragihandineka navenda serkirdatîya supayê Amerîka, frokeyên şerkerên Amerîka û hevpeymanên wê, di 24 demjimêrên bihûrî da çend êrîşên nû li ser cîhên Daişê li derdora Mûsilê kirine û di encamda 17 terorîst hatine kuştin.

Herwesa hatîye, li bereyên bakûr û rojavayê Mûsilê jî, hevpeymanan sê cîhên Daişê bombebarankirin û bi temamî jinavbirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday