Civîn û hevdîtinên Mesrûr Barzanî di Konferansa Asayişê yê Minchenê de

Civîn û hevdîtinên Mesrûr Barzanî di Konferansa Asayişê yê Minchenê de

WAAR_Duhok:

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca beşdarîkirin di kongreya Munich(Munîx) de li gel şandekê geheşte Almanyayê.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî weke mêvaneke sereke bo kongreya Munich(Munîx) hat vexwendin û bi serokatiya şandekê, ji Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî pêktî beşdarî dike.

Di perawîza hevdîtin û civînên Konferansa Asayişê yê Minchenê de biryar e Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hejmare hevdîtin bi  berpirsên bilind ên welatên cîhanê re encam bide.

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê li Munchenê civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson li Munchenê civiyan.

Piştî civîna bi bi çend parlemanterên Almanya, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê û Wezîrê Derve yê Îranê re, Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.

Di perawîza Konferansa Asayişa Herêma Kurdistanê li Munchenê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin bi hejmarek ji berpirsên bilind ên welatên cîhanê re kir û biryar e bi hevdîtinan jî berdewam be.

Mesrûr Barzanî û Mihemed Cewad Zerîf civiyan

Îro Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku bo konferansa Mûnîxê çûye Almanya, bi Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerîf re hevdîtin kiribû.

Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa naveroka wê hevdîtinê kiriye û gotiye, wî û şanda Îranî li ser rewşa Sûriye, Iraq û pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Îranê jî li ser naveroka hevdîtina xwe û Mesrûr Barzanî gotiye, hevdîtinek baş bûye û tê de behsa bihêzkirina pêwendiyên Îranê ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine, her wiha li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û rewşa Sûriyê jî axivîne.

Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê NY bo Karûbarên Sûriyê civiyan

Di roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.

Mesrûr Barzanî û Annegret Kramp-Karrenbauer civiyan

Her di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchen de Mesrûr Barzanî digel Seroka Partiya CDU ya Angela Merkel Şêwirmenda Elmanya civiya.

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Seroka Partiya CDU Annegret Kramp-Karrenbauer, ku partiya Şêwirmenda Elmanya Angela Merkel e civiya.

Civîn di çarçoveya Konferansa Munchen e, ku her sal li Elmanya tê lidarxistin, û Mesrûr Barzanî bi vexwendinek fermî tê de beşdar dibe.

Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz civiyan

Di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê li Almanya, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Şêwirmendê Civata Asayişa Iraqê Falih Feyaz civiya.

Di hevdîtinê de, giringiya vegera karkirin bi mekanîzma ya ewlekariya hevbeş a di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li navçeyên taybet bi maddeya 140 hat gengeşe kirin, û dilgiranî ji zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û kiryarên wê li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selaheddîn, Diyale û beşek ji Enbar hat nîşandan.

Di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî tekez kir, rawestandina DAIŞê û rûbirûbûn a ideolojiya wê pêwîstî bi alîkariya berdewam a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de heye.

Her di wê hevdîtinê de, her du alî liser giringîdan bi asayîkirina rewşa Kerkûkê liser binemayê wê nexşerêya di maddeya 140 a destûrê hatiye, hevnerîn bûn.

Behskirina rewşa Sûriyê û pêşhateyên navçeyê tewerek din a hevdîtinê bûn.

Mesrûr Barzanî ligel Sergey Lavrov civiya

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Lûtkeya Ewleyî ya Navneteweyî ya Munchen de  ligel Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya.

Babetên bi vê mijarêve girêday