Hevaltiya seyr a werdek û kûçikê

Hevaltiya seyr a werdek û kûçikê

WAAR_Duhok:

Li Kadirliya navçeya Osmaniyeyê hevaltiya werdek û kûçikê ku li baxçeyê heman malê dijîn, mirovan ecêbmayî dihêle.

Li navçeya Kadirliyê xelkê gundê Bahadarliyê Hecî Mehmet Bahadirli çend sal berê ji xwe ra qederek pez kir û ji bo ku miqatî pez bibe, kûçikê ku navê wî Qerebaş e jî bi wan ra anî. Bahadirli par jî ji bo ku xwedî bike, qederek cûcikên mirîşk û werdekan kirî. Werdekên ku givrik bûn, yekî jê şûna ku bide dû werdekan, da dû qerebaş. Ji vê şûnda jî Qerebaş û werdek êdî dest pê kirin û bi hev ra geriyan. Îja Qerebaş û werdek niha roja xwe bi hev ra derbas dikin û bi hev ra qût û nan jî dixwin.

Bahardirli got ku ewil gava wî ajel bi hev ra dîtin, ji wî wetrê hema wisa li hev hatiye û wiha dewam kir, “Lêbelê paşê min dît ku ev herdu ajel qet ji hevdu naqetin. Ez jî mam heyirî. Qerebaş kûçikê me yê şivaniyê ye. Ev herdu timî bi hev ra digerin. Gava Qerebaş xwe li erdê dirêj dike, werdek tê cem û bi nikulê xwe wekî ku masaj dike, lê dide. Mîna du hevalan bi hev ra digerin.”

Bahadirli bal kişand ku kûçik û werdek ji sibehê heya êvarê bi hev ra digerin û wiha dewam kir, “Wek edetî ajelên bibask ên wekî cûcik, mirîşk û werdek ji kûçikan disilikin, direvin. Lêbelê ev, mîna du hevalan qet ji hev venaqetin. Dema mêvanê me jî çav pê dikevin, pir ecêbmayî dimînin. Yên ku dibînin, têlefona xwe a mobîl derdixin û pê dikişînin. Înşelah wê heta heta wiha bimînin.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.