Hersê Serokatiyên Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya li Hewlêrê şermezar kir

Hersê Serokatiyên Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya li Hewlêrê şermezar kir

WAAR_Duhok:

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, êrîşa îro ya li Hewlêrê şermezar kir û weke “kiryareke tawankarî û tirsnokî” bi nav kir. Serokatiyê herwiha diayr kir: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne sizadan.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Em bi tundî vê êrîşa tawankarî û tisnok şermezar dikin ku îro nîvro li Hewlêrê karmendekî konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî Herêma Kurdistanê kire armanc û di encamê de herduyan canê xwe ji dest dane û welatiyekî din jî birîndar bûye.”

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em tekez dikin ku em rê nadin asayişa Herêma Kurdistanê were alozkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne sizadan.”

Parlemantoa Kurdistanê bûyera teqekirinê li Hewlêrê şermezar kir

Parlemana Kurdistanê bûyera teqekirinê li Hewlêrê şermezar dike, û radighîne bûyerên bi vî rengî gef e li ser ewlekariya Herêma Kurdistan û navçeyê.

Parlemana Kurdistanê daxuyaniyek derbarê bûyera teqekirina li Hewlêr  belav kir, û têde ev bûyer şermezar kir û serxweşî arasteyî konsulxaneya  Tirkiyê û hikûmeta wî welatî kir û daxwaz kir ku bilez tawankar werin girtin û li gor yasayê werin sizakirin.

Parlemana Kurdistanê vê êrîşê corek ji gefa li ser asayişa Kurdistanê dizane, û hewleke bo têkdana aramî û asayişa Herêma Kurdistanê ye.Herwiha tekezî li ser pêwendiyên bihêz û dostayetî ligel welatên cîran jî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dxuyaniyek ragehand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera teqekirina li Hewlêrê şermezar dike, û ragihand aliyên peywendîdar lêkolînên ciddî di vê bûyerê de dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, ku ew bi tûndî bûyera teqekirinê, ya ku îro li Hewlêrê rû da û di encam de karmendek Kunsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî jiyana xwe jidest dan, şermezar dikin.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyê de serxweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyan kir. Ragihand, ku ew hemû aliyan piştrast dikin, ku aliyên peywendîdar ên herêma Kurdistanê mijûlî lêkolînên ciddî ne, bo dîtina encamderan û  sizakirina wan. Da zanîn, ku ew bi ti şêweyekî, rê nadin aramiya herêma Kurdistanê têk biçe

Babetên bi vê mijarêve girêday