Herêma Filanderzê piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand

Herêma Filanderzê piştevaniya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand

WAAR_Duhok:

Herêma Filanderz ya Belcîkî, piştevanîya xwe ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand û diyarkir, pêdivîye piştevanîya mafên rewa  ên xelkê Kurdistanê bê kirin.
Malperê Filanderz Todeyî îro ji zarê cêrt borcwa Serokê Herêma Filanderz belavkirîye ku ew piştevanên mafê çarenvêsî ên hemû gelên cîhanê ne û hikumeta Herêma Kurdistanê jî, dixwaze xelkê wê bi îradeya xwe çarenvêsê xwe diyarbiken û pêdivîye rêz lê bê girtin.
Got jî: Ger pitrîya xelkê Kurdistanê di Referandomê da deng bi belê da û daxwaza serxwebûna welatê xwe kirin Belcîka û Herêma wan dê piştevanên serxwebûna Kurdistanê bin û pêdivîye hemû cîhan jî piştevan be.
Ev di demekî daye ku di meha bûrî da komîteya karên Referandumê a Amerîkayê û Ewropayê bi serokatîya Barzanî seredana Belcîka kirbû û di gel Serokê Herêma Filanderz û cêgirê serokwezîrên Belcîka kombibûn û Barzanî gotarek li Parlemantoyê Ewropayê pêşkêşkirbû û paşan ragihandibû, piştevanyeka mezin ji bo mafên gelê Kurdistanê heye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.