“Hemû partî li gel paşxistinê ye, lê kes nawêre bibêje.”

“Hemû partî li gel paşxistinê ye, lê kes nawêre bibêje.”

WAAR_Duhok:

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê derbarê hilbijartinan de got ku hemû partî li gel paşxistina hilbijartinan in, lê kes nawêre vê yekê bîne ziman.

Qubad Talebanî îro di merasîma vekirina termînala nû ya Firokexaneya Silêmaniyê de axivî û li ser mijara paşxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de ragihand: “Em weke hikûmetê pabendî her yasayên ku parlemento derdixe dibin, ji ber vê yekê ev mijar bi parlementoyê ve girêdayî ye, hikûmet weke desthilata cîbicîkar, biryaran cîbicî dike.”

Talebanî herwiha diyar kir: “Hemû partî li gel paşxistinê ye, lê kes nawêre bibêje.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Yasayeke me heye, eger were paşxistin divê parlemento wê yasayê sererast bike û piştre hikûmet jî biryar bide. Lewma ev hêj di qonaxa behskirin, gotûbêj û gotegotê de ye, heta niha tiştek bi fermî negihiştiye me.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.