Helgurd Hikmet: Avakirina her hêzekê ji derveyî wezareta pêşmerge ret dikin

Helgurd Hikmet: Avakirina her hêzekê ji derveyî wezareta pêşmerge ret dikin

 

Waar–Duhok:

Wezareta pêşmerge îro ragîhand; her hêzeka ji derveyî pêkhateya wezaretê li herêma Kurdistanê bê avakirin neqanûnî ye û nayê qebûl kirin.

Emîd Helgurd Hikmet rêveberê ragîhandinê li wezareta pêşmerge dîyar kir;bi tenê wezareta pêşmerge û hêza pêşmerge hêzên fermî yê serbazîye li herêma Kurdistanê û ji alîyê parlementoyê ve bûne qanûn.

Got jî: avakirina her hêzeka din ji derveyî wezareta pêşmerge karekî neqanûnî ye û pêwîste hikûmeta herêmê helwîst hember vê yekê hebe û rê lê bigre.

Ev daxuyanîya wezareta pêşmerge piştî wê hewla heşda Şeibî hatîye ku dixwaze bi alîkarîya hindek alînên sîyasî, gencên Kurd di nav rêzên xwe da tomar bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.