Hêj hefteyek ya liga Tirkiye yê mayî tima Futbolê Galatasarayê şampiyonîya xwe ilan kir

Hêj hefteyek ya liga Tirkiye yê mayî tima Futbolê Galatasarayê şampiyonîya xwe ilan kir

WAAR_Amed:

 

Di pêşbirka herî giring ya Liga Tirkiye yê ya Futbolê de tima Galatasaray ê rikberê xwe yê herî giring Başakşehir 2-1 têk bir û hej hefteyeke ji dawibûna Ligê re heyî şampiyonîya xwe ilan kir.

Di pêşbirkê de xolekên giring di xoleka 17 yê de bi gola Raid Bajic Başakşehir pêşket, belê Galatasaray di beşa 2 emin de di xoleka 47 de bi gola Sofiane Feghoulî û di xoleka 64 ê de bi gola Henry Onyekuru serket û pêşbirk ve encame davî hat.

Li ser vê encamê li tevahîya Tirkiye yê piştevanên Tima Galatasarayê ketin kolanan û pirozbahî pêkanîn.

Li Amedê ji piştevanên Galatasarayê li her derên Amedê pirozbahî kirin.

Hêjayê gotinê ye ku Galatasaray bi vê pêşbirkê puane xwe kir 69 û avaraja wê ji 37 e, Başakşehir ji puanê wê 66 in û avaraja wê ji 27 e. Herwiha tima 3 emin ji Beşiktaş e û 62 puana duv Başakşehîrê tê.

Babetên bi vê mijarêve girêday