Hebûna eskerî ya Fransayê ya li Sûriyeyê dê dewam bike

Hebûna eskerî ya Fransayê ya li Sûriyeyê dê dewam bike

WAAR_Duhok:

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku dê welatê wî îsal li Sûriye û Iraqê hebûna xwe ya eskerî bidomîne.

Macron li baregeha eskerî ya li bajarê Toulouseyê dema xitabî eskeran kir der barê Sûriyeyê de daxuyanî dan.

Macron diyar kir ku ji Sûriyeyê paşvekişîna Amerîkayê divê wan ji têkoşîna dijî DEAŞê dûr nexe got ku “Fransa dê di 2019an de li herêma Levantê (Sûriye-Iraq) hebûna xwe ya eskerî bidomîne.”

Macron her wiha di daxuyaniya ku ji ser hesaba xwe ya çapemeniya civakî da de êrîşa bibombe ya ku li Minbîca bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê dema ku eskerên Amerîkayê dewriye digeriyan hat kirin şermezar kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday