Gotar xwandin û nivîsîn

Gotar xwandin û nivîsîn

Adil Hesen

1_

Her kesê keristên axiftinê hebin, dikare biaxive, kersitên axiftinê jî ji hewa, borîya hewayî û pêkhata nav devê mirovî pêkdihên.

Piranîya mirovan ev pêkhate hene, ji ber wê yekê piranîya mirovan dikarin biaxivin.

Axiftin û gotarxwandin yan nivîsîn di hindek tiştan de di hevpişkin, lê di armancê de dibe bi awayekî rêjeyî dûratîyek di navbera wan de hebe.

Axiftin zêdetir bo pêdivîyên rojane yên mirovî tê bikaranîn, mîna gehandina hindek hizrên seretayî yên mirovî bo kesê hember, lê gotarbêjî yan gotarnivîsîn zêdetir girêdayî hizira mirovî ye bo kesê beranber, hizira mirovî girêdayî paşxaneya zanîn û hişê mirovî ye.

Wate paşxaneya hizirî yan hişê mirovî bi axiftinê hind nahê pîvan, eger pîvanek jî li ser pênaseya kesatîya mirovî hebe, gelek dijwar nabe. Lê gotarnivîsîn yan gotarxwandin bi awayekî dijwar û berfireh dibe pîverê paşxaneya hizir û hişê mirovî, mirov dikare û maf jî heye di şirovekirina gotarê de armanc û senga gotarnivîsî berçav bike û bike pîverê here serekî yê pênasekirina wî, eve bûye sedem ku di siyasetê de pêwîste mirovê siyasî ageh ji helbijartina peyvan û çewaniya berçavkirina wan hebe, di siyasetê de hevrikî bi helbijartina peyvan dest pê dike, îro helbijartina peyvan bûye xwandingeha herî mezin ya siyasetmedaran, ji sedema wê yekê jî di siyasetê de îdyomek bo bikaranîna peyvan helbijartîye, jêre dibêjin dîplomasî yan hinek jêre dibêjin etekêtên axiftinê di siyasetê de.

Wate bi kurtî ger her mirovek bixwaze siyaseta partîyekê bizane û nas bike, dê ber bi şirovekirina gotarên wê partîyê yan kesên siyasî yên pildarên wê partîyê biçe, şirovekarê gotarên siyasî bi ti awayan xwe bi yek gotara tenê ve girê nade, belku dê çendîn gotarên wê partîyê û kesên wê partîyê bo demek diyarkirî destnîşan bike û xwandinê bo bike û bi girêdana wan gotaran bi hev re dê bigehe encamek destnîşankirî. Li vir dibe pirsek peyda bibe; Çima ev bihevregirêdane? Ez dibêjim partîya siyasî mîna takemirovî ye, çawa şêweyê mirovî bi şêweyê bihevregirêdana birbireya piştê (Backbone) û demar, goşt û reftara mirovî tê diyarkirin, wesa partîyên siyasî jî şêweyê wê yê rasterast bi çewanîya bihevregirêdana liq û pop û kesên di nava wê de û gotar û reftarên wan tê diyarkirin, bihevregirêdana wan liq û pop û gotar û reftaran, dê yek mirovê ji komekê çêbûyî diyar bibe, ji ber wê yekê jî, ez partîya siyasî bi mirovê ji koma mirovatîyê, niyasîna partîyên siyasî bi şirovekirina gotarên wan û reftarên wan pênase dikim.

Babetên bi vê mijarêve girêday