Goştê qazan ji bo sifreyan tê amadekirin

Goştê qazan ji bo sifreyan tê amadekirin

WAAR_Duhok:

– Hilberînerên li Qersa ku yek ji navendanên serkêş ên xwedîkirina qazan ên li bakurê Kurdistanê ye goştê qazên ku bi taybetî zivistanê tê li ser sifreyan ji bo firotinê tên amadekirin.

Li Arpaçaya navçeya bajar piştî berfa ku demek kurt berê niha barî li çêwligên qazan xebatan dest pê kir.

Qaz piştî ku ji hêkê derdikevin biharê wan li merayan diçêrînin, di cotmehê da jî ceh didinê û xwedî dikin ku gir bibin û piştî berf barî dest bi serjêkirina wan kirin.

Jinên hilberîner niha ji bo ku qazên bi taybetî sifreyên zivistanê dixemilîne bên serjêkirin û firotin amadehiyê dikin û li Kuçukçatmaya gundê navçeyê tên bal hev.

Jin qazên ku mêrên wan an jî bi xwe serjê kirine bi zibare datînin nav ava germ û dipûrtikînin, paşê xwê dikin û didin ber tavê û goştên ku hişk dikin ji bo firotinê amade dikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday