Goran dixwaze Ebadî egerên neşandina budceya herêmê li parlementoyê dîyar bike

Goran dixwaze Ebadî egerên neşandina budceya herêmê li parlementoyê dîyar bike

 

Waar–Duhok:

Frakisyona Goran li perlemanê Îraqê daxwaz ji Heyder Ebadî kirîye amadeyî rûniştina bê ya perlemanî be bi armanca bersivdana egerên neşandina budceya herêmê.

Hişyar Ebdulla serokê frakisyona Goranê li perlemanê Îraqê di beyanekê da dîyar kirîye, wan ji serokatîya perlemanî xwestîye serok wezîrên Îraqê li rûniştina bê mêhvan bike, bo wê yekê hindek ronkirina li dor egerên nehinartina budceya herêmê, petrol û mûçeyê fermanberên wê bide.

Dîyar jî kirîye, wan xwestîye Ebadî li perlemanî amade be û bi bersiva wan pirsan bide.

Li gorî beyana Goran, pabendnebûna hikûmetên Îraqê û herêma Kurdistanê bi qanûna budceya 2017ê dê bi pirs ji Ebadî bê kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.