Geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyên Silêmanî û Tirkiye de dê 24ê Çileya 2019ê dest pê bikin

Geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyên Silêmanî û Tirkiye de dê 24ê Çileya 2019ê dest pê bikin

WAAR_Duhok:

Ji bo despêkirina geştên asmanî yên di navabera balefirxaneyên Tirkiyê û Silêmaniyê Tirkiyê de îro şandeyek ji kompaniya  bi navê Turkish Airline ya Tirkiye serdana Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê kirin û bi Rêveberê Giştî yê Balaefirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê Tahir Ebdulah re civiyan.

Rêveberiya Balefirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê bi daxuyaniyeke raihand ku dema destpêkirina geştên Tirkiye-Silêmanî hate diyarkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Balefirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê îro Duşemê (14.01.2019) derbarê mijara destpêkirina geştên asmanî ya di navbera Silêmanî û Tirkiyê de şandek a kompanya Rêyên Asmanî ya Tirk (THY) serdana balefirxaneya Silêmaniyê kirine.

Rêveberê Balefirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê Tahir Ebdulah diyar kir ku geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyên  Silêmanî û Tirkiye de dê 24ê Çileya 2019ê dest pê bikin.

Hikûmeta Tirkiyê li dijî referanduma 25ê Îlonê ya serxwebûna Kurdistanê di 30ê Îlona 2017an de geştên balafirên xwe yên ji bo herdu balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dabûn rawestandin

Babetên bi vê mijarêve girêday