Generalekî Amerîka: Heleb û Mûsil mînakên şerên paşerojê ne

Generalekî Amerîka: Heleb û Mûsil mînakên şerên paşerojê ne

 

Waar–Duhok:

Generalekî Amerîkî şerên rizgar kirina Heleb û Mûsilê bi nimûneya şerên nû binav kirin û xwest serbazên hemû welatan bo wan şeran amade bin.

General Mark Mêlî, ji hêzên peyade yên Amerîka, di kongreyekê da li dor şerên paşerojê ragîhand; zêdebûna bilez ya hijmara xwecîhên cîhanê û pirbûna bajêran bi milyonan mirovan, nîşanin ku pêwîste supayên hemû welatên cîhanê xwe ji bo şerên kolan bi kolan amade bikin.

Da zanîn jî; Heleb, Mûsil û Fellûce, baştirîn nimûneyên şerên paşerojê ne û li gorî şerên li wan bajêran hatine kirin aşkere dibe; ji niha û pêve li cihê şer li deverên vekirî bên kirin, dê herin nava deverên qerebalix yên nav bajêran da.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.