Frensa: Ger bê piştrastkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn em ê êrîşî Sûriyê bikin

Frensa: Ger bê piştrastkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn em ê êrîşî Sûriyê bikin

WAAR_Duhok:

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku heger bê îsbatkirin ku li hember sivîlan çekên kîmyewî hatine bikaranîn, dibe ew êrîşî ser Sûriyeyê bikin. Macron herwiha bi bîr xist ku hîn li ber destê îstixbarata Fransayê ew delîl tunene.

Macron li paytext Parîsê ji rojnamevanan re axivî û got, “Xeta me ya sor a li hemberî çekên kîmyewî diyar e û car din binê vê xeta sor xêz dikim.”

Macron wiha pê de çû: “Niha îstixbarata me û hêzên me yên çekdar hîn tesbît nekirine ku çekên kîmyewî li dijî sivîlan hatine bikaranîn. Heger delîlekî peyde bikin, dê Fransa êrîşî ser wan deverên çekên kîmyewî tên hiberandin bike.”

Macron herwiha behsa hevdîtina xwe ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir û da zanîn ku wî ji Pûtîn xwestiye, “Ew rejîma Sûriyê ya ku dibêje, wan çekên kîmyewî bikar neaniye dişopînin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.