Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne qanûnî ye

Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne qanûnî ye

WAAR_Duhok:

Fransayê rexneyek din li operasyona dijî Efrînê a dewleta Tirkiyeyê girt. Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bilêv kir ku operasyona dijî Efrînê ne qanûnî ye û têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di dema axaftina xwe ya ji parlamentoyê re dikir, operasyona artêşa Tirkiyeyê bibîr xist û rexne li dewleta Tirkiyeyê girtin. Jean-Yves Le Drian da zanîn ku, “Em fikarên ewlehiya sînor ya dewleta Tirkiyeyê fahm dikin, lê ketina hundirê herêma Efrînê em meşru nabînin.”

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê wiha pê de çû, “Endîşeyên ewlehiya sînor a dewleta Tirkiyeyê tê fahmkirin û meşru ye, lê divê ev jî bê gotin ku, rewşa li herêmê, ketina Tirkiyeyê ya hundirê herêma Efrînê meşru nake.” Wezîrê frensî ji aliyê din ve jî got operasyona dijî Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di rojên ewil yên operasyona artêşa Tirkiyeyê de eşkere kiribû ku divê ev operasyon nebe dagirkerî û Enqereyê bertek nîşanî gotinên Macron dabû.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.