Fînala pêşbirka Qupaya Tirkîyeyê ya Zîraatê li Amedê hat lîstin

Fînala pêşbirka Qupaya Tirkîyeyê ya Zîraatê li Amedê hat lîstin
WAAR_Amed:
Fînala Qupaya Tirkîyeyê ya Zîraatê li Amedê wek vebûna stadyûma Amedê ya nû de hat lîstin.
Di pêşbirkê de tîma Tirkîyeyê ya navdar Fenerbahçe û tîma bajarê Manîsayê Akhîsar hatin li hemberî hev. Ji berîya pêşbirkê 10 hezar polîs û di dema pêşbirkê de jî hezar û 200 tîmên ewlehîyê yên taybet di nava stadyûmê û dervayî wê de ewlehî stendin.
Di encama pêşbirkê de Akhîsar Spor 3 gola li hemberî 2 golen Fenerbahçe serkeft û qûpaya Zîraatê ya Tirkîyeyê cara yekemîn stand. Alîgirên Akhîsar Sporê ji ber ku di pêşbirkê de sîstema Passolîgê hat ferzkirin, ev pêşbirk protesto kirin û beşdar nebûn. Ji bilî vê kesên ku ji Amedê û derdora wê jî xwestîn vê pêşbirkê temaşe bikin ew jî ji ber vê sîstemê nekarîn beşdar bibin. Ev jî di nav wan de bû sedema xemgînîyê.
Herwiha jibo vê sîstemê rê nehat dayîn ku gelek nûnerên çapemenîyê jî vê pêşbirkê bişopînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.