Festîvala balonan ya cara yekemîn tê pêkanîn berdewam dike

Festîvala balonan ya cara yekemîn tê pêkanîn berdewam dike

WAAR_Duhok:

Li herêma Kapadokya ya li Anatolya navîn ya Tirkîyê ku teybet devera Nevşehîrê piranîya wan ji şikeftan pêktê û cihekî dîrokîya ya Tirkîyeyê. Her sal ji nava Tirkîyê û derveyê welat bi milyonan geştîyar seredana ve deverê dikin. Teybet jî geşten bi balonen gazê ye esmanî salen dawîyê de cihekî giring li seredana geştîyaran de cih girtîye. Cara yekemîne bi reveberîya şarederîya Ûrgûp a navçeya Nevşehîrê û piştgirîya gelek sazîyan 4ê mehê ”Festîvala yekemîn ya Balona” a navdevletî tê pêkanî. Ji 11 dewletan ku di nav wan de Amerîka, Îngîltere, Fransa û Japonya jî heyî 20 tîm beşdarî ve festîval û werzişa balonan bûn. Di çarçova festîvalê de ku heta 7ê mehê çalekîyên cuda cuda ve bên pêkanîn. Herwiha her sibeh demê balon jibo fire tên amadekirin gelêk welatîyen herême û bîyanî ji alîyeke ve temaşe dikin û hinek jî weneya dikişînin. Piştî amadekarîyan balonen gazê yên esmanî jibo ji germahîye tesîreka nebaş nebînin sîet 6ê sibe tên firandin û li esmana dimenên balkeş û ciwan derdikevin holê.

Babetên bi vê mijarêve girêday