Fermana bi darvekirinê bo Mihemed Mûrsî hat derxistin

Fermana bi darvekirinê bo Mihemed Mûrsî hat derxistin

 

Waar –Duhok:

Serokê berê yê Misrê û endamê rêxistina Îxwan Mislimîn, Mihemed Mûrsî carekî bi îdamê û carekî jî bi girtina heta hetayî hat mehkûmkirin.

Dadgeha Misrê îro du caran Mihemed Mûrsî dadgehî kir.

Cara yekem bi tohmeta sîxuriyê Mûrsî hat dadgehkirin û cezayê heta hetayî bi ser de hat sepandin. Cara duyemîn jî bi tohmeta êrişa li dijî girtîgeha bi navê Wadî Nitronê, bo Mûrsî biryara bi darvekirinê hate dan.

Dadgehê her wiha 3 rayedarên din ên rêxistina Îxwan Mislimîn jî bi tohmeta sîxurî û hevkariya bi Mûrsî sizayê bidarvekirin li ser wan hat dan.

Dadgeha Tawanan a Qahîre fermana bidanvekirin bo Rêveberê Giştî yê Îxwan Mislimîn, Mihemed Bedîi jî derxist, ew jî di dosya girtîgeha Wadî Nitronê.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday