Federica Mogherini serdana Bexdaya kir

Federica Mogherini serdana Bexdaya kir

WAAR_Duhok:

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini duh serdana Bexdaya paytexta Iraqê kir û ragehand, bo kêmkirina tengezarî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê, em piştgiriyê li projeya Iraqê ya pêkanîna konferansekî herêmî dikin.

Duh 13.07.2019ê di civîneke çapemeniyê de wezîrê derve yê Iraqê Mihemed Hekîm civînek ragehand: ‘’YE amadeye piştgiriyê li wê projeya Iraqê bike bo pêkanîna konferansekî navnetewî û armanca me jî kêm kirina tengezarî û aloziyên navbera Îran û Amerîkayê ye û em piştevaniyê hemû gavên erênî yê ji bo çareseriyê be dikin.’’

Berpirsa siyaseta derve ya YEyê Mogherini piştî 5 salan serdana Iraqê kir û derbarê tengezarî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê yên li navçeyê û pêşî lê girtina wan aloziyan wek kareke serekî yê Ewropayê pênase kir.

Mogherini got: ‘’Pêkhatina şer encameke girane bo hemû aliyan û YE jî li aliyekî armanca wê peyvendiyên baş ê navbera hmû aliyan de ye û ji aliyê din jî em hişyariya hewldanên bimetirsîdar dikin.’’

Babetên bi vê mijarêve girêday