Facebook piştî komkujiya Zelandaya Nû êdî weşanên yekser sînordar dike

Facebook piştî komkujiya Zelandaya Nû êdî weşanên yekser sînordar dike

WAAR_Duhok:

Facebookê daxuyand ku, weşanên zindî ên rê û rêçikên civakê binpê dikin, ew ê demeke berwext qedexe bikin.

Li gor nûçeya CNETa malpera nûçeyên teknolojiyê, Facebook piştî komkujiya Zelandaya Nû wê weşanên zindî ên rê û rêçikên civakê binpê dikin, qedexe bike.

Di meha adarê da li bajarê Christchurchê yê Zelanadaya Nû dijî mizgeftên Nûr û Linwoodê êrîş hatibû kirin û di êrîşê da 51 kes hatibûn kuştin û kujer dema ku êrîş dikir, êrîşa xwe li ser Facebookê yekser diweşand.

Hat gotin ku Facebookê ev tevdîra ji bo weşanên yekser piştî vê êrîşa Zelandaya Nû hilda.

Rayedarê Facebookê Guy Rosen li ser bloga xwe ya şexsî nivîsek weşand û diyar kir, bikarhênerên ku rê û rêçikên civakê binpê dikin, wê demeke berwext nikaribin taybetiya weşana yekser a Facebookê bi kar bînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday