Eyad Elawî: Newrozê delîveye jibo çarekirina tev pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Eyad Elawî: Newrozê delîveye jibo çarekirina tev pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de

WAAR_Duhok:

Dr Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê ragihand; Cejna Newrozê delîveye jibo çarekirina tev pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Dr Eyad Elawî di peyamekê da ku bi helkefta Newrozê belavkirîye û dibêje: Cejna Newrozê bi delîveyeka mezin tê zanîn ku pirisgirêkên li navbera Hewlêr û Bexdayê bi yekcarî bên çarekirin, herwiha binemayên biratî û pêkvejiyanê li navbera tev pêkhateyên Îraqê bên bihêz kirin.
Elawî got jî: Rewşeka wiha hatîye pêş ku hemahengîya li navbera hikumetên Fîdral û ya Herêma Kurdistanê bê bihêz kirin, herweha tev kêşeyên helawîstî bên yekalî kirin.
Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê cejna Newrozê jî li tevahîya gelê Kurdistanê pîroz kir û got: Di vê rojê da, xebat û qurbanîdana gelê Kurd tê bibîranîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday