Etiyopya wê bi çikandina 200 milyon şitlê daran rekorê bişkîne

Etiyopya wê bi çikandina 200 milyon şitlê daran rekorê bişkîne

WAAR_Duhok:

Li Başûrê eyaleta Etiyopyayê wê 200 milyon şitlê daran were çikandin.

Şitlên daran wê di çarçoveya projeya “4 milyar dar” a ku ji hêla Serokwezîrê Etiyopyayê Abîy Ehmed va hatibû destpêkirin wê bên çikandin.

Serokê Ofîsa Çavkaniyên Sirûştî û Çandiniya Herêma Gedeoyê Leta Legesse daxuyanî da rojnamevanan û got ku wan erd kolane û ji 10 milyonî zêdetir jî şitil amade kirine. Legesse diyar kir ku hedefa wan rekoreke nû ye û wiha axivî:

“Me hemû amadehiyên xwe kirin. Em dixwazin bigihêjin hedefa Serokwezîrê me ya ji bo 4 milyar daran danîbû. Ji bo şikandina rekorê hemû kêmasî temam kirin. Em êdî amade ne.”

Beriya vê ev rekor li Hindistanê hatibû şikandin. Li Hindistanê di sala 2016an bi beşdarbûna 800 hezar kesî ji 50 milyonî zêdetir şitlên darê hatibûn çikandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday