Erebistana Siûdî destûr da ku hêzên Amerîkayê têkevin welêt

Erebistana Siûdî destûr da ku hêzên Amerîkayê têkevin welêt

WAAR_Duhok:

Selman bîn Ebdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî destûr da ku hêzên Amerîkayê têkevin welatê wan.

Ajansa xeberan a Erebistana Siûdî (SPA) kesekê ji Wezareta Parastinê wekî çavkanî nîşan da û diyar kir ku Qral Selman ji bo parastina ewlehî û îstiqrara herêmê, garantiya aştiyê û zêdekirina asta xebatên hevpar destûr da ku hêzên Amerîkayê têkevin welêt.

Çavkanî destnîşan kir ku li gor hevkariya di navbera herdu welatan da biryar hat dayîn, herdu welat jî dixwazin li herêmê ewlehî û îstiqrar were parastin û hêzdarkirin.

Di xeberê da der barê hejmara eskeran û wesfên wan da tu agahiyek nehat dayîn.

Televizyona CNNyê di xebera xwe ya do da rayedarên Wezareta Parastina Amerîkayê wekî çavkanî nîşan da bû û gotibû li bendê ne ku Amerîka 500 eskerî bişîne Balafirgeha Hewayê ya Prens Silan a li Riyada paytextê Erebistana Siûdî.

Wekî mayîn di maqaleyeke kovara Newsweekê ya mijdara 2017an da hatibû destnîşankirin ku hejmara eskerên Amerîkayê yên li erebistana Siûdî derketiye 850 kesî.

Babetên bi vê mijarêve girêday