Erdogan pişikdarî şehyana Mesut Özil bû

Erdogan pişikdarî şehyana Mesut Özil bû

WAAR_Duhok:

Serokkomarê Tirkiyê pişikdarî şehyana Mesut Özil listikvanê helbijartîyê Almanya û yaneya Arsînal ya Îniglîzî bû ku duh li stenbolê hat kirin.
Duh şehyana Mesut Özil listikvanê bi regez Kurd û hevjîna wî  Amina Gulshan  şahciwana Tirkiyê ya sala 2014ê li nawçeya Bêşktaş li Stenbolê hat kirin.
Recep Teyyip Erdogan û hevjîna wî jî pişikdarî wê şehyanê bûn, û Erdogan bo şahdê marebrînê û bo dema siatekê li nava şehyanê ma û li dûv da ber bi pêgehê serokkomariyê li kîsîkilî bi rêkeft.
Özil navê wî yê dirist Mesut Özil Mistefa ye, bi regez Kurde û xelkê Bakurê Kurdistanê ye, li sala 1988ê li Almanya ji dayik bûye, listikvanê helbijartiyê Almanya ye, niha yarîzanî yaneya Arsînal ya Îngîlîzî ye, ber niha jî li nava rêzên yaneya Real Medrîd ya Îspanî yarî kirbû.

Babetên bi vê mijarêve girêday