Erdogan: Dema 120 siet qediya eger ew sozên hatîn dayîn neyên cih emê operasyone ji cihê mayî berdewam bikîn

Erdogan: Dema 120 siet qediya eger ew sozên hatîn dayîn neyên cih emê operasyone ji cihê mayî berdewam bikîn

WAAR_Duhok:

Serokkomarê Tirkiye yê Recep Teyyip Erdogan ji bo vekirina hinek cihan seredana bajarê Qeyserîyê kir. Li vê derê di derbarê operasyona bi navê “Kaniya Aştiyê de axivî û got:

“Lê nerîn di qadê nikarîn bi rêxistinên terorî Tirkiye yê têkbibîn. Hatin bi mere hevditin kirin. Tirkiyê dewleteke û bi dewletan re dan ûstandin dike. Ji serî û pêde mercen me di got me disa danîn ser masî. Li rojhilatê Firatê me gotibû bi kurahîya 30 kilometra emê heremekê ava bikîn. Me got armanca me ne tu welatîne armanca me rêxistinên terorî ne. Me li ser 120 sieta li hevkir iro roja 2 yemine. piştî ev wext xilas bibe eger ew sozên hatî dayîn neyên cih operasyona me li ku mabe wê berdewam bike. Duh min bi Trump re hevditin kir roja Seşêmbê ji ezê bi Putin re hevditinekê bikîm. Ez bawerim ev hevditin wê baş derbaz bin.”

Hêjayê gotinê ye ku ji beriya 2 rojan cihgirê serokê Emriha Mike Pence û serokkomarê Tirkiye yê Recep Teyyip Erdohan hevditin kiribun û li ser 13 xala hev hatibun û bi şerta di 120 sietan de derketina YPGê agirtbest hatibu eşkerekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday