Erdogan: Dê Idilb û ‘Efrînê rizgar bikeyîn

Erdogan: Dê Idilb û ‘Efrînê rizgar bikeyîn

WAAR_Duhok:

Serokkomarê Tirkiyê ragihand; Operasyona Îdlib û ‘Efrînê li Sûrîya dê bi serkeftîyane bi dawî bînin û Minbicê jî radestî xelkê wê bikeyîn.
Recep Teyyip Eerdogan di kongirê liqê Rêze yê AK partî da gutarek pîşkêş kir û ragihand; Her nawçeyeka jêr destê terorîstan li Îraqê bi taybet li Qendîlî ku kiryarên tond li djî Tirkiyê tên kirin dê rizgar bikeyîn, herwiha li beranber alozîyên lîbya bêdeng nabin û bi hemû hêza xwe li hember şerrê brakujîyê yê li welatên kendavî tên kirin dê rêgirbin.
Li dor sîstemê bergirîya mûşekên s400 jî got: Ji egerê kawdanan Tirkiyê pêdivî kirrîna wî sîstemê bergirîyê heye.
Herwiha bi eşkerayî jibo NATO û hevpeymanan xuya dike Tirkiyê ew sîsteme kirî û di niha da gotûbêj li ser babetên darayî jî dê bên kirin û di maweyekê kurt da dê encaman bi destve bînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.