Erdhejek 5.6 jimareka bajarên Herêm û Îraq û Rojhelata Kurdistanê hejandin

Erdhejek 5.6 jimareka bajarên Herêm û Îraq û Rojhelata Kurdistanê hejandin

WAAR_Duhok:

Hat ragihandin ku li ser sînorê Îlam û Kirmaşanê ya Îranê bi dijwariya 5.6 erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku îro di saet 10.00an de li ser sînorê eyaletên Îlam û Kirmaşanê yên Îranê bi dijwariya 5.6 erdhejek pêk hat.

Li gor zanyariyên pîvana Richterê ew erdheja bi dijwariya 5.6an pêk hatiye. Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku erdhej li Silêmaniyê, Hewlêrê, Derbendîxanê û herwisa li Bexdayê jî hat hîskirin.

Derbarê ziyanê canî û malî hêj tu daxuyanî nehatiye kirin.Hêjayî gotinê ye ku meha borî li herêma Kirmaşanê erdhejeke bi dijwariya 7.3 qewimîbû û di erdhejê de li gor daneyên fermî yên hikûmeta Îranê nêzî 600 kesî jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bibûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.