Enqere.. 2 hezar û 910 polikên zîv ên heyama Selçukiyan hatin bidestxistin

Enqere.. 2 hezar û 910 polikên zîv ên heyama Selçukiyan hatin bidestxistin

WAAR_Duhok:

Di operasyona qaçaxçitiya berhemên dîrokî ya ku li Enqereyê hat kirin da 2 hezar û 910 polikên ji heyama Selçukiyên Anadoluyê mane hatin bidestxistin.

Ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Enqereyê li ser agahiya 3 kes ji bo ku 2 hezar û 910 polikên zîv ên ji heyama Selçukiyên Anadoluyê mane bifroşin li mişteriyan digerin, xebat dan destpêkirin.

Ekîban operasyon kirin û gumanbar H.Ş, A.Y û A.Y li Kolana baglarê ya navçeya Keçîorenê girtin.

Di operasyonê da 2 hezar û 910 polikên ji heyama Selçukiyên Anadoluyê mane hatin bidestxistin.

Hat hînbûn ku der barê gumanbaran da miameleya edlî dan destpêkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday