Encamên hilbijartina Stenbolê hatin eşkerekirin

Encamên hilbijartina Stenbolê hatin eşkerekirin

WAAR_Duhok:

Di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da Namzedê CHPyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 169 hezar û 765, Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim 4 milyon û 156 hezar û 36 deng sitandin.

Parêzer Mehmet Suleyman Turkerê ku li ser navê CHPyê miameleyên hilbijartinê dişopîne hat Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a li Edliyeya Stenbolê û zebtên pevgihandinê yên der barê encamên hilbijartina bajêr da bi rojnamevanan ra parve kir.

Li gor zebitnameyê Namzedê CHPyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 169 hezar û 765, Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim 4 milyon û 156 hezar û 36 deng sitandin

Her wiha Namzedê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar 103 hezar û 364, Namzedê Partiya Tirkiyeya Serbixwe Selîm Kotîl 27 hezar û 87, Namzeda Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Zehra Guner Karaoglu 10 hezar û 349, Namzedê Partiya Vatanê Mustafa Îlker Yucel 15 hezar û 428, Namzedê Partiya Demokrat Ersan Gokgoz 22 hezar û 268, Namzedê Partiya Çepgir a Demokratîk Muammer Aydin jî 30 hezar û 884 deng sitandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday