
Maçên lîgên Îngiltere (Lîga Premier), Îspanya (La Liga), Îtalya (Serie A), Almanya (Bundesliga) û Fransayê (Ligue 1) ku wekî 5 lîgên mezin ên Ewropayê tên dîtin, dawiya hefeyê dewam kirin.
Li Îngiltereyê Manchester City, li Îspanyayê Sevilla, li Îtalyayê Juventus, li Almanyayê Borussia Dortmund û li Fransayê jî Paris Saint-Germain (PSG) di zîrveya tabloya puanan da rûniştin.
– Lîga Premier
Şampiyonê dawîn Manchester City di hefteya 8emîn da bi Liverpoola xwedîmal ra 0-0 berambere ma.
Chelsea jî li deplasmana Southamptonê da 3-0 bû xalib.
Arsenal li deplasmanê Fulham 5-1 têk bir û ser hev xalibiyeta xwe ya 6emîn wergirt û di zêdekirina puanê xwe da berdewam e.
Manchester United ku dîrektorê wê Jose Mourinho ye û rewşa wê ne xweş e, li mala xwe Newcastle United 3-2 têk bir.
Herwiha Tottenhamê li mala xwe Cardiff City 1-0 mexlûb kir. Evertona ku lîstikvanê milî Cenk Tosun tê da dilîze, Leicester Citya ku Çaglar Soyuncu di qadroya wê da ye, 2-1 têk bir.
Di Lîga Premier a Îngîltereyê da piştî maçên hefteya 8emîn Manchester Cityê bi averajê va lîdertiya xwe ya li pêşiya Chelsea û Liverpoolê domand.
– La Liga
Di hefteya ku Real Madrid û Barcelona ji puanê bûn, Sevillayê Celta Vigo ku di kadroya wê da Okay Yokuşlu û Emre Mor hene Celta Vigo 2-1 têk bir û ser hev 4 caran bû xalib û hevrazî lîdertiyê bû.
Barcelona li deplasmana Valenciayê 1-1 berambere ma û hesreta wê ya xalibiyetê derket 4 maçan.
Real Madrid ku ev 3 maç e di lîgê da nikare gol bavêje, li deplasmana Alavesê 1-0 mexlûb bû.
Atletico Madridê li mala xwe Real Betis 1-0, Espanyolê jî li yarîgeha xwe Villarreal 3-1 mexlûb kir.
Sevillaya ku 16ê puanê wê heye di La Ligayê da derket zîrveyê. Piştî Sevillayê Barcelona û Atletico Madrid her yek jê bi 15 puanan, Real Madrid, Espanyol û Alaves jî her yek jê bi 14 puanan ketin rêzê.
– Serie A
Di Serie Ayê da Juventusa şampiyonê 7 salên dawîn li mala Udineseyê 2-0 bi ser ket û di her heşt pêşbirkan da jî bi ser ket.
Romaya ku yarîzanê neteweyî Cengîz Under lîstikvanê wê ye, li deplasmanê Empoliya ku Salih Uçan tê da dilîze 2-0 têk bir.
Di hefteya ku Napoliyê 2-0 ji Sassuoloyê bir da Inter li deplasmana SPALê 2-1 bi ser ket.
Milana ku lîstikvanê neteweyî Hakan Çulhanoglu tê da dilîze, li mala xwe Chievo 3-1 têk bir.
Di lîgê da di dawiya hefteya 8emîn da Juventusê 24 puan berhev kir û bû yekemîn, pey wê jî bi 18 puanan va Napoli, bi 16 punan va Inter, bi 15 puanan va Lazio û bi 14 puanan va jî Sampdoria û Roma tên.
– Bundesliga
Li Almanyayê Borussia Dortmundê li yarîgeha xwe Augsburg 4-3 têk bir û lîdertiya xwe parast.
Li Almanyayê di maça ku vê hefteyê derket pêş da, Bayern Munchen li mala xwe li hemberî Borussia Monchengladbachê 3-0 mexlûb bû û ku ev jî ser hev dike du mexlûbiyet.
Leipzigê jî li mala xwe bi ferqeke pir cuda 6-0 ji Nurnbergê bir.
Ji aliyekî din va jî piştî ku Stuttgart ku dîrektorê wê yê teknîkê Tayfun Korkut e, li hemberî Hannover 96ê 3-1 têk çû, dawî li peywirê Korkut anîn.
Piştî hefteya 7emîn a Bundesligayê Borussia Dortmund ku 17 puanê wê heye li zîrveyê rûnişt. Leipzig, Borussia Monchengladbach, Werder Bremen û Hertha Berlin her yek jê 14 puanê wan heye, Bayern Munchen jî 13 puanê wê heye.
– Ligue 1
Lîder PSGyê ku Olympique Lyon ezimand, 5-0 bi ser ket û di her 9 pêşbirkan da jî bi xalibiyet tomar kir.
Di vê milmilaneyê da Kylian Mbappe (19 sal û 9 meh) li ser navê PSGyê bû ew yarîzanê herî ciwan ku di Ligue 1ê da di maçekê da 4 gol avêtin.
Di dawiya hefteya 9emîn a Ligue 1ê da PSGyê bi 27 puanan va lîdertiya xwe domand. Pey ra bi 19 puanan va Lille, bi 16 puanan va Olympique Marsilya û Montpellier û herwiha bi 15 puanan va jî Saint-Etienne li dû tîma Parîsê rêz bûn.