Emrîka: divêt daxwazîyên Sûdanîyan bileztirîn dem bich bihên

Emrîka: divêt daxwazîyên Sûdanîyan bileztirîn dem bich bihên

WAAR_Duhok:

Brîtanya biryara supayê Sûdanê ya sepandna hukmê serbazî rexne kir û Emrîka jî xwast daxwazyên xelkî bileztirîn dem bihên bicih înan.
Karvedanên cîhanî derbarey kodetaya serbazî ya supayê Sûdanê li ser Serokê Welatî ‘Umer Beşîrî berdewamin û wezîrê derve yê Brîtanya Cêrêmî Hant got: welatyên Sûdanê bi wêrekî daxwaza guhorînê kirîye û divêt ew guhorîn ya dirust bît, sepandina hukmê serbazî bo demê 2 salan jî neberisva daxwazîyên xelkê wî welatî ye.
Got jî: divêt desthelata Sûdanê bilez bo desthelateka medenî bihêt vegohastin û hemû pêkhateyên Sûdanê têda bin, daku welatî ji tundutîjîyê dûr biken.
Emrîka jî bi rêya peyivdarê wezareta derve Robêrt Paladînoy ragehand; Emrîka piştevanîyê li Sûdaneka dîmokrat diket û ew dixwazin daxwazyên Sûdanîyan bileztirîn dem bich bihên.

Babetên bi vê mijarêve girêday