ELEZÎZ,  Bajarê bakurê kurdistanê 5000 salîye

ELEZÎZ,  Bajarê bakurê kurdistanê 5000 salîye

 

Waar –Duhok:

Elezîz bajarekî Kurdan ya mêjuyî ye. Li jorê havzayê Rûbarê Fêrat ê ye. Li rojhilata wê Çewlig, rojava û başûrê rojava yê wê de Meletî, Rojavayê bakur de Erzîgan, li bakurê wê Dêrsîm û li başûrê wê jî Amed heye. Gola herî mezin ya sedê Keban ê li vî bajarî ye. Ev sed li ser ava rûbarê Feratê hatiye avakirin.

Zîraat, dewlemendiyên binerdî ve girêdayî madenkarî gelek li pêş e. Elezîz ji layê berhemên binerdî ve gelek dewlemend e.

Elezîz berdewamiya bajarê dîrokî ya Harputê ye. Ev bajêr wek pirekî di navbera Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Ji êkûdu re dibêjin Gakoş. Yanê birako, ev gotin ji gotina Keko hatiye çêkirin.

Ev bajêr bi gelek tiştên xwe ve navdar e. Serhildana Şêx Seîd ê Palu yê li vî bajarî destpêkiriye ku ew bi xwe jî, ji vî bajarî ye. Bi hezaran şehîd û şoreşgerên vî bajarî heta îro jî her hene.

Lê Elezîz bi rengekî balkêş bi mirovên xwe ya dîn jî binav û deng bûye. Çavkaniya vê em nizanin lê gelek pêkenok li ser vê babetê hatiye çêkirin. Wek Amudê ya bakur e. Mînak; rojekî gotine emê nexweşxaneyeke dînan li vî bajarî çêkin lê me erdek divê û divê em dora wî bi têlê diyar bikin. Endezyarek diçe û lêkolîn dike û piştre dibêje “hema em dora bajarî tev têlê rakin û emê ji vî derdî xilas bin.” Gelek pêkenokên bi vî rengî me hemûyan li ser vî bajarî bihîstiye. Lê rastiya wê çiye em nizanin.

Elezîz berî mîladê 3000 salan hatiye avakirin. Yanê temenê vî bajarî nêzî 5000 sal e. Bajêr bi çiyayên Hazar, Akdağ, Toros, Çiyayê Hesen, Çiyayê Ewrê, Qıjokê, Qamişlikê û Çiyayê Meryemê ve dorpêçkiriye. Çiyayê herÎ bilind çiyayê Akdağ ê ango bi kurdî kospî, çiyayê spî ye navê wî û bilindbûna vî çiyayî 2620 m ye.

Xwedîkirina sewalan, Çandinî, senaî û madencitî  debara bajêr e. Dewlemendiyên erdî wek Sifir, florîd, fîrîtê bi sifir, çînko, risas, kromi mangenez, molibden, hesin û kaniyên wolfram e.

Erdkolonaî di sala 1945 ê li vî bajarî destpêkiri ye. Li gorî encama van lêkolînan aşkere bûye ku ev bajêr bûye şahidê gelek şaristaniyan.

Cîhekî sereke ku divê mirov li vî bajarî bibîne Qela Harpûtê ye ku ji demê Urartuyan maye. Herwesa Methefa ango muzexaneya Erkolanî Ya Elezîzê, Gola Hazar, Şikefta Bûzê, Bajarê Noqbûyî, Gola Seda Kebanê, Germavên Qaraqoçan, Navenda Sporên Befrê Ya Hazarbaba, şelaleya Çirçir hejayê dîtinê ne.

Xwarinên vî bajarî ya navdar Göme, şorba dewî, kifta kutilkî, sirin, boreka Balakgazî, berxika li tenûrê, kurut, kelecoş, şorba lobîk e ku divê kî biçe vî bajarî van xwarinan tam bike.

Elezîz bajarekî ku tê de Kurdî, Dimilî û Tirkî tête axaftin e. Li vî bajarî Kurd û Tirk  jiyan dikin. Lê hindek kurd û tirk elewîne hindek sune ne. Hindek kurmancî diaxivin hindek jî bi dimilî diaxivin.

Di dîroka kurdan de Serhildana Şêx Seîd nayê jibîrkirin . Heta niha jî gelek hûnermend û siyasetmedar ji vî bajarî derketine. Herwesa bo kurdan her tim bûye kaniya şoreşgeran jî.

Herwesa jinên vî bajarî bi şerkeriya xwe navdar in.

Bajarekî bi rastî jî hemereng e û pêdivî bi geryaneke ziravî û naskirinê heye. Wek hemû bajarên Kurdan bêguman Elezîz jî hejayê dîtinê ye.

Medîne Mehmûd

1

Navenda Sporên Befrê Ya Hazarbaba

2

şelaleya Çirçir

4

Qela Harpûtê

5

Gola Hazar

6

parka Elezîzê

8

Seda Kebanê

9

kifta kutilkî

10

1sirin

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.